Îro şandeya DEM Partî ya ji Bakurê Kurdistan û Tirkiye Ketibû ser rê gihişt Zaxo.
Li vir ser navê şandeyê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku wê îro şahidî jî pêngaveke dîrokî re bikin ku deriyê aştiyê li cîhanê vedike.
Bi armanca tevlî merasîma çekdanîna komeke gerîla bibin şandeya bi pêşengtiya DEM Partiyê ji Kurdistan û Tirkiyê bi rêketibûn gihişte navçeya Zaxo ya Dihokê.
Şande ji 150 kesan pêk tê ku ji Hevserokên DEM Partî, DBP, hevserokên komên DEM Partî li Parlementoyê, nûnerên aliyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Dayîkên Aştî, nivîskar, rojnamevan û kesayetên naskirî pêk tên.
Piştî şande gihişte Zaxo li ser navê şandeyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.
Li ser navê şandeyê Hevserokê Giştî yê Partiya (DBP) Keskîn Bayindir daxuyaniyek da.
“Îro emê şahidiyê ji pêngaveke dîrokî re bikin”
Bayindir di daxuyaniya xwe de anî ziman ku weke aliyên siyasî, rojnamevan, kesayetên naskirî,ên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serdana Başûrê Kurdistan kirine û wiha got:
“Îro emê şahidiyê ji pêngaveke dîrokî re bikin.
Birêz Ocalan bi peyameke dîrokî bangeke dîrokî kiribû, îro jî wê PKK li ber çavê hemû cîhanê pêngaveke dîrokî bavêje û çek deyne.”
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku îro ne gava dawî ya çareseriya pirsgirêka Kurde û wiha pêde çû:
“Destpêkeke nû ye ji bo têkoşîneke bi rûmet ya çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelê herêmê.”
“Em hemû dizanîn ku aştî yek alî nîne”
Bayindir da xuyakirin ku Rêber Apo bi hewldaneke nû deriyê aştiyê vekir û wiha domand:
“PKK’ê jî piştevaniya xwe ya ji bo vê pêngavê destnîşan kir.
Em hemû dizanin aştî yek alî nîne. Belkî ji îro û pêve pêngav bigihêje asteke kes nekaribe xwe ji pêngavê vekişîne.”
“Piştî banga Rêber Apo êdî berpirsiyartî dikeve ser civaka Tirkiyê”
Her wiha Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de anî ziman ku ew bi hêvîne hemû civak û her kes erka dikeve ser milan bi cih bîne û ji boTirkiyê jî vê dibêje û wiha bi dawî kir:
“Piştî banga Rêber Apo û merasîma îro êdî hemû alî berpirsyarî dikeve ser civaka Tirkiyê.”



