Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a ku dibêje “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin”, îro wê gerîlayên azadiya Kurdistanê merasîmekê lidar bixin. Ji bo şopandina merasîmê bi sedan rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîran berê xwe dan Silêmaniyê.
Merasîma dîrokî wê dest pê bike: Çavê cîhanê li Silêmaniyê ye
Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roja 9’ê Tîrmehê (2025) piştî 26 salan cara yekem bi dîmen daxuyanike da û got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin”.
Piştî daxuyaniyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî duh (10 Tîrmeh) ragihand gavên ku Rêber Apo ji wan dixwaze ew ê bavêjin û ev peyam da: “Em vê gava nû ji bo gel û gelên xwe diavêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtina me pêş nakeve.”
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan jî duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê gerîlayên azadiya Kurdistanê 11’ê Tîrmehê (îro) li herêma Silêmaniyê merasîmekê lidar bixin û ew ê jî bişopînin.
Piştî vê daxuyaniyê gelek rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rewşenbîr û rojnamevanan berê xwe dan Silêmaniyê.
Hat gotin ku dê merasim di saetên pêş de destpê bike.



