Serokê YNK’ê Bafil Talebanî şandeya DEM Partî re hevdîtinek kir û diyar kir ku ev pêvajo ji bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dema vekirina rûpeleke nû ye.
Şandiya ji hevseroka partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir û Parlementerê DEM Partî Serhed Eren pêk tê.
Şande piştî bi dawî bûna mersîmê ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Dabaşanê hatin pêşwazî kirin.
Bafil Talebanî li ser pêngava dîrokî axivî û got:
“Niha dema pêçana birînane û vekirina rûpeleke nû ye li Bakurê Kurdistan û Tirkiye.
Dema aştî û bi hev re jiyan kirinê ye.”
Şandeya DEM Partî jî spasiya Talebanî û piştgiriya wî ya berdewam kir û got:
“YNK’ê beşeke girînge ji bo serketina pêngavên aştiyê ye.”



