Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî jî li ser hesabê xwe yê “X”ê têkildarî merasîma gerîlayan peyamek da.
Qubat Talebanî destnîşan kir ku ewê alîkariya xwe ji bo pêvajoyê bi domînin û got:
“PKK’ê di çarçoveya hewldaneke ya aştiyê ya mezin de ji çeperên xwe yên bihêz çek tine kirin.
Silêmanî ya ku bi rola xwe ya avakirina pirê û çareserkirina şer bi rêya diyalogê tê zanîn, îro rola xwe careke din piştrast kir.”



