Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû,doh di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ji aliyê hevalên wî yên rojnamevan ve hate bibîranîn.
Hevalên wî yên Rojnamevan diyar kirin ku ewê heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bin.
Di destpêkê de gul li ser gora şehîd hatin danîn û paşê endamê Çira FM Xelîl Baran daxuyanî da.
Xelîl di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew wek Rojnamevan serdana gora şehîd kirine, da ku her kes bizane tu carî dest ji xeta şehîdên xwe bernadin û wiha domand:
“Di rojeke wekî doh de hevalên me hate hedefgirtin û di encamê de hevalê me Mirad Mîrza Şehîd bû.
Em dizanin ev êriş bi armanca çavtirsandina endamên ragihandinê hatibû kirin.
Emê wek kedkarên çapemeniyê soz didin ku emê heta dawiyê li ser xeta şehîd bin.
“Em bang li hemû endamên çapemeniya Şengalê û ciwanên Êzidî dikin, bila dijmin nikaribe me ji xeta me ya rast dûr bixe.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku şehîd Mirad Mîrza di 11’ê Tîrmeha 2024 an de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.



