Piştgiriya bi banga dîrokî ya rêber Apo û gavên ku PKK’ê ji bo Aştî û demokrasiyê davêjin, zêde dib.
Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamus destnîşan kir ku banga Rêber Apo û sekna gerîla gelekî watedar e û got:
”Ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîste li hemû aliyên Kurdistanê yekrêzî û yek helwest hebe”.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus derbarê banga dîrokî ya Rêber Apo, daxuyaniyên KCK, helwesta gerîlayên Kurdistanê û nêzîkahiyên hêzên Kurd de axivî.
Ahmed Karamus diyar kir ku banga Rêber Apo gelekî girîng e û got:
Cara yekem e ku Serokekî Kurdan di zindanên dijmin de, li gel rêhevalên xwe daxuyaniyeke bi vî rengî dide.
Di dîroka Kurdistanê de hemû rêberên Kurdan an hatine îdamkirin an jî hatine kuştin.
Banga Birêz Ocalan ne tenê di nava Kurdan de, qada navnetewî de jî deng veda, dewletên weke Amerîka, Îngiltere, Firansa û Almanya daxuyaniyên erênî dan.
Birêz Ocalan bi vê yekê dixwaze ji pirsgirêk Kurd re bi rêbazên siyasî çareseriyekê peyda bike.
Ahmed Karamus: Em helwesta hêzên Gerîla gelekî pîroz dibînin
Karamus bibîr xist ku PKK’ê biryar girtiye ku dawî li şerê çekdarî bîne û wiha anî ziman:
Ev helwesta gêrîla nîşan dide ku ev pêvajo bi awayekî teslîmbûnê nîn e.
Ev samîmiyeteke û dirûstiyê nîşan dide. Lewma em helwesta hêzên gêrîla gelekî pîroz dibînin û piştgiriyê didin.
Birêz Ocalan ku li gel rêhevalên xwe li girava Îmraliyê daxuyanî dabû, bi awayekî zelal dibêje derbasî qonaxa duyem dibin.
KNK ji roja destpêkê ve piştgiriya bangewaziyên Rêber Apo dike.
Ahmed Karamus: Heta niha dewleta Tirk tu gav ji bo demokrasiyê ne avêtine
Karamûs diyar kir ku heta niha dewleta Tirk tu cidiyetek nîşan nedaye û wiha bi lêv kir:
Pêwîst e hin yasayên ku karibin astengiyê li pêşiya çareseriya pirgirêka Kurd ji holê rakin werin derxistin.
Di vî warî de tu amadebûneke cidî tune ye.
Di meseleya demokrasiyê yanî avakirina civakeke demokratîk de jî Tirkiye gav ne avêtine. Li hemberî muxalefetê zext û pêkutî zêde dibin.
Diyar ke ku Tirkiye di mijara demokrasiyê de ne amadeye.
Pêwîste astenî werin rakirin û yasa werin derxistin da ku zemîna demokrasiyê çêbibe.
Ahmed Karamus: Divê li hemû aliyên Kurdistanê yek helwest hebe
Ahmed Karamûs da zanîn ku ev pêvajoyeke dîrokî ye, lewma divê hemû hêzên Kurd destekê bidin û wiha bi dawî kir:
Em weke KNK piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Bangewaziya Birêz Ocalan dîrokî ye.
Pêwîst e li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê herkes tevlî vê pêvajoyê bibe da ku em karibin çareseriyê peyda bikin. Divê em destê diyalog û çareseriyê xurt bikin.



