Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûnên xwendekarên refa 12’an (giştî û serbest) ên ku li dibistanên rêjîma Bass’ê dixwendin, dest pê kirin.
Ev ezmûn di çarçoveya lihevkirina navbera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê de pêk tên.
Di 22-27’ê Hezîranê de xwendekaran navên xwe ji bo pêşkêşkirina ezmûnan, tamor kiribûn.
Li gorî agahiyên ku me ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser wergirtine,
Hejmara xwendekarên refa 12’an ên dibistanên rêjîma Baas’ê ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûnan pêk bînin 34 hezar û 726 e û hejmara navendên ezmûnan jî 169 navend e.
Ezmûnên refa 12’an ji îro 12’ê Tîrmehê ve dest pê kirin, dê heta 3’ê Tebaxê bidomin.



