Çalakvana siyasî Rêzên Şêx Dilêr behsa pêngava dîrokî ya tinekirina çekan a gerîlayên PKK’ê kir û got:
”Tinekirina çekan qonaxeke nû ya ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê ye”.
11’ê Tîrmehê di çarçoveya banga Rêber Apo li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurditanê bi merasîmekê, komeke gerîla ya ji 30 kesî pêk dihat, çekên xwe tine kirin.
Têkildarî vê pêngava dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê, Çalakvana Siyasî Rêzan Şêx Dilêr peyamek parve kir.
Rêzan Şêx Dilêr di peyama xwe de got:
Duh rojek dîrokî bû, têde pêngavek giring, çarenûssaz û serekî birêve çû.
Ev ne tenê guhertineke siyasî ye, di heman demê de qonaxek nû ya ji bo peywendiyên aştî, dadperwerî û pêşketinek mezin a ji bo karên pêvajoya aştiyê ya li herêmê ye.



