HPG’ê gerîla Dunya Dîcle bi hurmetî bibîr anî.
HPG’ê diyar kir ku hevrêya wan Dunya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sekinî û têkoşîneke mezin da meşandin.
HPG’ê got ku gerîla Dunya heta kêliya gihaşt şehadetê jî bi biryardarî û îdîaya xwe ya serketinê re, îro jî ji bo hevrêyên xwe yên li tunelan têdikoşin dibe îlham.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê gerîla Dunya Dîcle bibîr anî.
HPG’ê diyar kir ku Hevrêya wan Dunya Dîcle li Tunela Şehîd Pîrdogan qada Girê Amediyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê weke milîtaneke fedaî ya Apoyî berxwedaneke dîrokî raber kir û di 26’ê Mijdara 2024’an şehdî bû.
HPG’ê got, di serî de malbata hêja ya hevrêya me Dunya Dîcle, em ji hemû gelê Efrînê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û li pêşberî bîranîna şehîdên me yên qehreman bi hurmetî bejna xwe ditewînin.
Her wiha HPG’ê behsa têkoşîna şehîd Dunya Dîcle kir û wiha anî ziman:
Hevrêya me Dunya li gundê Ehrezê yê Şehbayê ku çanda berxwedanê lê tê jiyîn, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.
Di dema qehremaniya mezin a berxwedana Efrîn de, hevrêya me Dunya rûyê rastîn ê dijmin nas kir.
Û di sala 2016’an de ji bo ku bi bandortir li hember êrîşên li dijî gelê me bisekine, tevlî refên têkoşînê bû.
Hevrêya me Dunya di nava tevgera Apoyî de bû şahidê jiyana azad û serketinê û biryar da ku bi bawerî û biryardariyeke bê dudilî tevlî nava refên têkoşînê bibe.
Di her kêliya jiyana xwe ya têkoşînê de lêgerîna bêdawî ya azadiyê şopand.
Ji ber vê yekê, hevrêya me weke wezîfeyeke bingehîn dît ku di xeta azadiyê de xwe biafirîne û bi kesayetiya xwe ya berxwedêr, biryardar û israr derket pêş.
Hevrêya me Dunya bi moral, kelecan û coşa xwe ya mezin a jiyanê dizanî ku ji hemû hevrêyên xwe re bibe çavkaniya hêzê.
Weke gerîlayekî profesyonel ê Hêzên Taybet, bi rengekî çalak tevlî berxwedana li herêma Rojavayê Zapê bû û bû neferek bê tirs ê vê têkoşîna dîrokî.
Heta kêliya gihişt şehadetê jî bi biryardarî û îdîaya xwe ya serketinê re, îro jî ji bo hevrêyên xwe yên li tunelan têdikoş in dibe îlham.
Di dawiyê de HPG’ê soz da ku kesayeta hevrêya xwe Dunya mînak bigirin û teqez armancên wê bigihînin serketinê.
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlaya şehîd wiha ye:
Nasnav: Dunya Dîcle
Nav û Paşnav: Sozdar Dîlî Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Şehba
Navê Dayik-bav: Fatma – Ahmed
Cih û dîroka şehadetê: 26 Mijdar 2024 / Zap



