Di nava koma gerîlayan ya ji 30 kesî pêk dihat Nedîm Seven û Têkoşîn Ozan cih digirtin .
Herdû aliyan di çarçoveya merasîma hatî lidarxistin de axivîn .
Têkoşîn Ozan diyar kir ku merasîma hatî lidarxistin, îradeya têkarîkirina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye .
Nedîm Seven jî got , Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bes ne bi bêdengbûna çekan bi guherîna qanûnan pêkan e.”
Komeke gerîlayan ya ji 30 kesî pêk tê di çavçoveya banga Rêber Apo de merasîmek li dar xist û çekên xwe şewitandin.
Koma gerîla bi armanca nîşandana niyetbaşiyê û îradeya têkildarî çareseriya demokratîk merasîm li darxistin .
Nedîm Seven û Têkoşîn Ozan ê ku di nava Koma Aşitî û Civaka Demokratîk de cih girtibûn nirxandin kirin.
Nedîm Seven: Banga Rêbertî ji hemû beşên civakî re ye
Nedîm Seven da zanîn ku banga Rêber Apo ya 9’ê Tîrmehê hemû beşên civakî ên li Tirkiye û Kurdistanê re bû.
Seven bal kişand ser guherîna demokratîk û têkoşîna civakî û ev yek anîn ziman:
”Banga Rêber Apo bes bi guherîn û veguherîna PKK’ê re sînordar nebû.
Hem li Tirkiye û hem jî li Kurdistanê divê hemû beşên civakî di vê mijarê de rola xwe bilîzin. ”
Nedîm Seven: Divê şert û mercên Rêbertî fîzîkî werin afirandin
Seven destnîşan kir ku dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwedî roleke girîng e û got:
” Ger ev şert û merc werin dabînkirin wê li Tirkiyeyê guherînên yasayî pêk werin.
Armanc wê bes bi têkoşînê pêk werin, pêvajo bi yekalî nameşe û dewleta Tirk neçar e ku veguhere.”
Nedîm Seven: Divê ji bo PKK’yiyan yasa werin çêkirin
Nedîm Seven anî ziman divê ji bo PKK’yiyan yan jî yên ev têkoşîn meşandine yasayên xweser werin çêkirin.
Têkoşîn Ozan: Me pêngava niyetbaşiyê avêt
Têkoşîn Ozan ku yek ji wan gerîlayan e ku çeka xwe şewitand , têkildarî merasîmê axivî .
Têkoşîn Ozan diyar kir ku me pêngava niyetbaşiyê avêt û got:
“Dema me çekên xwe îmha kirin me têkoşîna xwe neda sekinandin.
Ev yek ji bo pêşketina zemîna yasayên entegrasyona demokratîk û demokratîkbûyînê ne. ”
“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em amade ne pêngava rast biavêjin”
Têkoşîn Ozan eşkere kir ku em amade ne ku çekên xwe deynin û bo çareseriya pirsgirêkê pêngavên rast biavêjin.
Ozan li hemberî şîroveyên ku rê û rêbazên têkoşîna ekdarî ya PKK’ê were ”teslîmîyetê” şîrove dikin got:
“Pênasekirina vê yekê ya weke teslîmiyetê ya awayên cuda nêzîkatiyên dûrî çareseriyê ne.
Pirsgirêk, ne pirsgirêka çekberdana PKK’ê ye. Pirsgirêk,pirsgirêka çareseriya pirsgirêka Kurd a girêdayî azadiyan e.
Ji ber vê yekê em weke demokratîkbûyîneke berfireh û pirsgirêka azadîbûnê pênase dikin.”
Têkoşîn Ozan herî dawî diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bes wê girêdayî demokratîkbûyîn û azadiyê pêş bikeve .



