Serokê Penaberên Vegeriyan Ewropayê Bekir Babanî ragihand ji serê salê ve 5 hezar kes ji başûrê Kurdistanê koçber bûne.
Babanî di daxuyaniya çapemeniyê ya li Ranyayê de daneyên kesên terka başûrê Kurdistanê kirine eşkere kir.
Babanî diyar kir ji serê salê ve heta niha zêdetirî 5 hezar welatiyên Başûrê Kurdistanê bi rêya Belarûs, Lîbya, Polonya û Tirkiyeyê koçber bûne.
Her wiha destnîşan kir niha herî zêde bi rêya Lîbya û Tunûsê diçin derve.”



