HPG’ê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di salvegera 43’an a çalakiya wan a dîrokî de bi bîr anî. HPG’ê da zanîn ku Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê bi fedakarî ala me ya têkoşînê gihand asta herî bilind û wiha anî ziman: ”Çawa heta niha hate kirin, ji niha û pê ve jî em ê şopdarê ruhê fedaî yê Apoyî bin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) di salvegera 43’an a berxwedana 14’ê Tîrmehê de daxuyaniyek da.
HPG’ê di daxuyaniyê de got:
Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43’emîn a çalakiya wan a dîrokî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin.
HPG: Em ê şopdarê ruhê fedayî yê apoyî bin û berxwedana 14’ê Tîrmehê mezin bikin
HPG’ê diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê, ku li dijî zexta teslîmiyetê û êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li Zindana Amedê bi hişmendiyeke şoreşgerî û baweriyeke xurt hate destpêkirin, rihê berxwedanê yê partiya me PKK’ê nîşan da.
Vî ruhê berxwedanê ispat kir ku li hemberî her cûre zext, êşkence û êrîşên li hemberî Apoyiyan, tenê beden jî ma be wê li ber xwe bide û bi vê berxwedanê wê bi ser bikeve.
Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ku bi fedakarî û fedaîtiyê ala me ya têkoşînê gihand asta herî bilind, di nava 42 salên derbasbûyî de xeta me ya têkoşînê diyar kir û bû çavkaniya herî mezin a hêzê ku biryardarî û daxwaza berxwedanê da me.
HPG jî weke hêza fedaî şopdarê herî pêş ê vê xetê ye.
HPG’ê da zanîn ku çawa heta niha hate kirin ji niha û pê ve jî em ê şopdarê ruhê fedaî yê Apoyî bin, bi rengekî rast bi cih bînin û nûnertiya wê bikin û wiha anî ziman:
Li ser vê bingehê em Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê Kurd pîroz dikin.



