Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durziyan banga parastina navneteweyî kir û diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz a Şamê û HTŞ`ê gundên Siwêdayî topbaran kirin û bi dronan piştgiriya komên tundraw kir.
Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durziyan der barê rewşa li Siwêdayî de daxuyaniyek da û daxwaza parastina navneteweyî ya lezgîn kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durziyan bi tu awayan qebûl nake ku hêzên ewlehiyê, di serî de Ewlekariya Giştî û Heyet Tehrîr El Şam, bikevin nava herêmên Durziyan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku endamên van koman duh bi şev bi hinceta “parastinê” ketine sînorên îdarî yên Siweydayê, lê di rastiyê de wan “gundên sînorî yên ku sivîl lê dijîn, topbaran kirin û bi çekên giran û dronan piştgiriya leşkerî daye çeteyên tendraw”.
Serokatiya Rûhanî destnîşan kir ku tiştê qewimî “êrişeke rasterast a li ser gel û axa me ye” û tekez kir her aliyekî ku beşdarî van operasyonan dibe yan jî dixwaze hêzên ewlehiyê bi hincetên cuda bixe nava deverên Siwêdayê, berpirsyarê van êrişan e.
Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durziyan di dawiya daxuyaniyê xwe de banga lezgîn a destwerdana navneteweyî ji bo parastina sivîlan li Siwêdayê, rawestandina rijandina xwînê û rawestandina tundiya li dijî sivîlên civaka Cebel El Ereb kir.



