Desteya Hundirîn di civîna li Til Hemîsê de girîngiya hevgirtina di navbera şênî, komîn û saziyên ewlehiyê de destnîşan kir û diyar kir ku ji bo başkirina rewşa ewlehî û xizmetguzariyê divê rexne û pêşniyarên şêniyan bi cidiyet werin dîtin.
Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkan, pêşxistina asta ewlehî û xizmetan, civînek li bajarê Til Hemîsê li dar xist.
Di civînê de hevserokê desteyê Şêrwan Mihemed, hevserokên Meclisa Bajarê Til Hemîs, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirînn, hevserokên komînan û hejmarek şênî amade bûn.
Civînê bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre Şêrwan Mihemed axivî û got rexne û pêşniyarên li ser xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn xala bingehîn a pêşxistina asta wan e.
Her wiha diyar kir ku tevkariya di navbera şêniyan û hêzên ewlekariyê de bingeha pêkanîna ewlehî û istiqrara herêmê ye.
Şêrwan Mihemed destnîşan kir ku armanca civînê guhdarkirina rexne û têbiniyên şêniyan e û da zanîn ku ew di wê baweriyê de ku rexneyên avakar û guhdarkirin hêmanên bingehîn ên pêşxistina ewlehiyê avakirina baweriyê ye.
Mihemed banga tevkariya bi komîn û saziyên ewlehiyê re li şêniyan kir û got, ev civîn gaveke çalak ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera civak û saziyên ewlehiyê de ye.
Beşdaran ji der barê xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de têbinî û rexneyên xwe anîn ziman û astengiyên li pêşiya xwe vegotin.
Nûnerên Desteya Hundirîn diyar kir ku dê rexne û têbiniyan şêniyan bi cidiyet bigirin û ji bo pêşxistina rewşa ewlehiyê jî xebatên xwe mezintir bikin.
Desteyê diyar kir ku dê civînên wiha li seranserî kantona Cizîrê li dar bixin.



