Serokdewletê berê yê Nîjeryayê Mihemed Buharî di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Daxuyaniyek nivîskî ji Serokatiya Nîjeryayê ragihand ku Mihemed Buhari li nexweşxaneyek li London, Îngilîstanê, ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat gotin Serokdewlet Bola Ahmed Tinubu Cîgirê Serok Kashim Shettima şandiye Îngilîstanê da ku cenazeyê Buhari vegerîne Nîjeryayê.
Serokdewletê berê Buhari du caran wek Serokê Nîjeryayê xizmet kir û di hilbijartinên 2015 û 2019’an de bi ser ket.
Mihemed Buharî Çileya 1984’an heta Tebaxa 1985’an wek serokê leşkerî yê welêt erka xwe pêk anî.



