Artêşa Amerîkayê li Panamayê tetbîqata leşkerî dike.
Hat ragihandin tetbîqat bi armanca parastina kanala Panamayê tevî hêzên vî welatî tê kirin.
Hat ragihandin piştî îdiayên Çînê yên li ser kanala Panamayê ku rêyeke girîng ya bazirganiyê ye, leşkerên Amerîkayê duh çûne Panamayê.
Rayedarên leşkerî yên Amerîkî ragihandin armanca tetbîqatê ew e ku hêzên Panamayî û hêzên herêmî li dijî her cure gefên li ser parastina kanalê amade bikin.
Leşkerên Amerîkayê di çarçoveya peymanekê de, du meh berê jî li vî welatî tetbîqat pêk anîbûn.



