Ev demeke hin derdor li ser medya dijîtal hin nirxandinan belav dikin û îdia dikin ku notên hevdîtinê ên li Îmraliyê ne.
Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê têkildarî mijarê diyar kir ji bilî daxuyaniyên fermî yên şandeyê divê pêbawerî bi ti not û belgeyan neyê anîn.
Şandeya Îmraliyê bertek nîşanî van parvekirinan da û diyar kir hevdîtinên di navbera birêz Ocalan û şandeyê de bi taybetî nêrînên birêz Ocalan ên derbarê pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ji aliyê raya giştî ve bi awayekî mafdar tê şopandin.
Şandeyê diyar kir derbarê hevdîtinên bi Rêber Apo re ji raya giştî û çapemeniyê re daxuyanî tên dayîn got,
“Ji derveyî daxuyaniyên me divê pêbawerî bi şîroveyên bê bingeh neyê kirin”
“Ji derveyî daxuyaniyên şandeyê divê pêbawerî bi şîroveyên bê bingeh û belgeyan neyê kirin. Em nêrînên erênî û neyînî yên derbarê pêvajoyê de weke pêwîstiyeke civakîbûna demokratîk bi rêz dinirxînin.
Mijarên têkildarî aştiya civakî heta astekê pêvajoyên niqaş û nêrînên cidî, bawerî û veşartîbûnê di nava xwe de dihewîne.”
Şandeyê diyar kir ew hemû xebatên xwe di vê çarçoveyê de bi baldarî dimeşînin û eşkere kir hemû hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi beşdarbûna wan pêk hatine.



