Polîsên Tirk li bajarê Stenbolê êrişî malbateke Kurd ya ku ji seyranê vedigeriyan kirin û xistin binçavan. Sedema êrişê jî, ji ber ku stranên Kurdî guhddar kirine.
Parêzeran û Partiya Herêmên Demokratîk bertek nîşanî êrişê dan û xwestin polîsên êriş kirin ji kar bên avêtin û bên darizandin.
DBP’ê, têkildarê polîsên ku êrişî malbata ji 10 kesan pêk dihat kirin daxuyanî da û got:
“Hemû polîsên ku beşdarî îşkenceyê bûne divê ji kar bên avêtin û bên darizandin.
Malbata ku zarok û jineke ducanî jî di nava wan de bûn, li nava kolanê rastî îşkenceyê hatin. Jina ducanî ji ber di dema îşkenceyê de pêhn lê hate xistin, neçar hate hiştin ku bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî were emeliyatkirin.
Ev êrişeke sîstematik a li dijî nasname, ziman û hebûna Kurd e û encama polîtîkayên nîjadperestiyê ye.”
OHD: Divê derbarê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin
Komeleya Hiqûqnasên Azad jî bertek nîşanî êrişê da û got,
“Em ê derxistina 8 endamên malbatê ya ji bo dadgehê bişopînin.
Di vê pêvajoya ku peyamên yekîtiyê tên dayîn de, divê derbarê van polîsên ku xwe li stranên Kurdî ranagirin lêpîrsîn bê destpêkirin û ji erkê bên girtin.”



