Helwestên bi fikar ên hêzên navneteweyî ji tundiya li Siweydayê
Hêzên navneteweyî li hember rewşa li Siweydayê ya ku girantir dibe bi fikar in.
Bîlançoya êriş û şerên li parêzgeha Siweydayê ku ji duh bi sibê ve berdewam in, girantir bû û heta niha 80 kes hatine kuştin, di nav wan de zarok jî heye.
Cîgirê şandeya NY`ê ji bo Sûriyeyê Necat Ruşdî got:
“Ez ji raporên li ber destê me yên girêdayî tundî û revandina li Siweydayê çêdibin bi fikar im.”
Necat diyar kir ku ji bo çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê pêwîstî bi diyalogê heye.
Necat Ruşdî bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û aliyên têkildar kir ku ji bo parastina sivîlan û vegerandina ewlehiyê, demildest gav bavêjin.



