Li Siwêdayê piştî ku hêzên hikumeta veguhêz derbasî bajêr bûn, êriş mêvanxaneya Al Ridwan kirin û 9 kes kuştin.
Rewşa li Siwêdayî dijwartir dibe: 9 kes bûn qurbanên komkujiyekê
Piştî ku hêzên hikumeta veguhêz derbasî bajêr bûn, li gorî nûçegihanê me 9 kes li mêvanxaneya Al Ridwan hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji bajêr tên kuştin û tefiyekirin li bajêr rojavayê bajêr berdewam in.
Dîmenên ji cihê êrişê belav bûne, asta facîayê xuya dike. Lê ji ber ku dîmen gelek bi êş in nayên weşandin.
Geşedanên tradejîk li ser sivîlan xetere ne û pêwîst dike ku aliyên hiqûqî û mirovî destwerdanê bikin ji bo ku binpêkirin, sûc û rijandina xwînê li Siwêdayê rawestînin.



