Danê vê êvarê, Şervanên li Siwêdayê êriş hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin.
Di encamê de, piraniya bajêr kontrol kirin.
Tora Siwêyda 24 bi bîr xist ku li gelek deverên dora bajarê Siwêydayê şerên dijwar derketine.
Piştî darvekirina sivîlan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve yên ku ketin bajêr, tundî careke din gûrtir bû.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih li bajarê Siwêdayê ragihandin ku şervanên Siwêdayê karîn beşên mezin ên bajêr ji nû ve kontrol bikin.
Di nav de jî nexweşxaneya Siwêdayê û navenda parzgehê hat kontol kirin.
Di vê çarçoveyê de, çekdarên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê Dêra Mar Michael li bajarokê El Sûra El Kebîra yê bajêr, dizîn û şewitandin.



