Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), der barê merasîma îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat xuyanîkirin ku di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de berpirsiyariyeke mezin dikeve para
desthilatê û gavên lezgîn ên ku divê bên avêtin rêz kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aştî ne tenê bêdengiya çekan e û ev hat gotin:
“Divê di heman demê de edalet pêk bê, mafên bingehîn bên cih.
Yekitiya Bijîşkên Tirk, bi vê nêrînê ve ji berê ve her tim li dijî her cureyên şer rawestiyaye û parêzvaniya komareke dike.”
Li gorî daxuyaniyê gavên lezgîn ên ku divê bêne avêtin bi vî rengî ye:
Divê girtiyên nexweş ên li girtîgehan tên ragirtin, bên berdan.
Divê hemû girtiyên siyasî bêyî girtin bên darizandin.
Divê dawî li polîtîkayên qeyûm bên anîn û kesên hatine hilbijartin bên berdan.
Divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya îfadeyê, fikrê, daxuyanî û çalakî bên rakirin.”



