Ji ber bilindbûna germahiyê li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê rewşa tenduristiyê di nava kampên koçberan de xirabtir dibe û zarok bi gelek nexweşiyan dikevin.
Di vê kampê de nêzîkî 15 hezar û 650 kes lê dijîn ku bû ye mînakeke berbiçav a êş û azarên zarokan e.
Heyva Sor a Kurd tevî derfetên kêm jî, erka xwe ya mirovî pêk tîne û xizmetên tenduristî peyda dike.
Der barê rewşa tenduristiyê ya li kampê de, Dr. Cemîla Beşar a bijîşka zarokan a li Heyva Sor a Kurd got:
“Ji ber jîngeha nebaş a di hundirê kampê de, germahiya zêde zarokên li kampê bi giranî rastî nexweşiyên rovî û nefesê tên.”
Dr. Cemîla da zanîn ku klînîka bijîşkî ya Heyva Sor a Kurd a di hundirê kampê de rojane hejmareke mezin a zarokên nexweş pêşwazî dike û wiha domand:
“Li klînîkê alîkariya destpêkê ya pêwîst didin wan.
Ger tenduristiya wan xirab bibe, em wan ji bo dermankirina guncaw dişînin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.”



