Tîmên agirkujiyê yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo piştgiriya xebatên vemirandina agirên li deverên perava Sûriyeyê hatibûn şandin, vegeriyan herêmê.
Tîmên agirkujiyê di nava 6 rojan de bi rayedarên herêmî yên li peravê re xebitîn da ku rê li ber belavbûna şewatan bigirin û kontrol bikin.
Tîmên girkujiyê piştî ku erkên xwe pêk anîn, îro vegeriyan herêmê.
Di 3`yê Tîrmehê de li deverên peravê şewat derketibû û li zêdetirî 15 hezar hektar erdê daristan û çandiniyê belav bû. Şewatan bandor li nêzîkî 28 deverên cuda kir û di encamê de zêdetirî hezar û 120 kes koçber bûn.



