3 roj in hêzên hikûmeta Şamê bê serûber bajarê Siwêdayê topbaran dike.
Êrişên dijwar li dijî xelkê bajêr Durziyan ku serî ji wan re netewandin, pêk tîne.
Çekdarên Durzî careke din karîn taxên mezin ên bajarê Siwêdayê ji nû ve kontrol bikin.
Îro sibehê çekdarên hikûmeta veguhêz li Sûriyê bi tankê li nava bajar digeriya û bêserûber malên sivîlan topbaran kirin.
Ji 13’ê vê mehê ve ango 3 roj in çekdarên hikûmeta veguhêz li Sûriyê êrişên giran li dijî xelkên bajarê Siwêdayê pêk tînin.
Piştî rojekê ji şer, çekdarên hikûmeta Veguhêz bi rengekî hov bi tank û çekên xwe yên giran derbasî bajarê Siwêdayê bûn.
Çekdarên hikûmeta veguhêz pêlî nirxên Durziyan wek sembolên wan yên dîrokî û çandî kirin.
Malên sivîlan talan kirin û şewitandin.
Jin û zarokên Durzî bi birçîbûn û tirsê re rûbirû ne.
Çekdar heqaretê li Ciwan û Kalemêrên Durzî dikin û Simbêlên wan li pêşiya kamereyan duqusînin.
Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê di nava komên êrişkar de kesên biyanî jî hebûn, tê gotin ku ew Uygur, Ozbek û ji neteweyên din in.
Duh çekdarên Durzî karîn hinek taxên bajarê ji destê çekdarên hikûmetê vegerînin.
Çekdarên hikumeta veguhêz navenda bajarê Siwêdayê topbaran dikin
Vê sibehê çekdarên hikumeta Veguhêz ya Sûriyê navenda bajarê Siwêdayê topbaran kir.
Çekdaran bi tankê li nava bajêr digeriya û bêserûber taxên bajêr topbaran dikir.
Di encama topbaranê de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin
Bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, ji ber topbarana di nava taxên Siwêdayê.
Her wiha windahiyên mirovî û madî yên mezin çêbûne û çekdarên hikumeta veguhêz gelek komkujî pêk anîn.
Metirsî hene ku şerê li Siwêdayê berfirehtir bibe.
Belafirên Îsraîlê jî , piştî gurbûna êrişan li ser bajêr geriya..
Çekdarên hikûmeta veguhêz binpêkirinên derexlaqî û mirovî derheqê sivîlên dirûz de dikin.
Çekdaran simbêlên şêxê durzî Merhec Şahîn li pêşiya Kamereyê qusandin û gotinên nebaş jê re gotin.
Rîma Neîse ku keça kurê vî şêxê Durzî ye, li ser platforma X got ku çekdaran heqaret li kalikê wê kiriye û piştre ew kuştin.
Li vir çekdar pêlî fotoyê pêşengê Sûrî yê Durzî Sultan Başa El-Etreş dikin.
Sultan Başa El-Etreş pêşengê şoreşa Sûrî li dijî Fransiyan bû.
Di vî dîmenî de jî çekdarên hikûmetê kuştiyên Durziyan bi beraz û kûçik bi nav dikin û piştre bi erebeyê di ser cenazeyê wan re dimeşin.
Îsraîlê dora bajarê Izra yê derayê û derdora Siwêdayê bombebaran kir
Li aliyekî din, balafirên şer ên Îsraîlê ta niha helwesteke cidî li beramberî komkujiyên ku bi serê Durziyan dikin, nîşan nedaye.
Tenê bi balafiran hinek deverên leşkerî yên çekdarên hikûmetê li derdora Siwêdayê topbaran dike.
Lê belê li aliyê din xwîna Durziyên Israîlê dikele.
Duh bi dehan ji ciwan û mêrên Durziyan xwe li sînorê Sûriyê qelibandin û berê xwe dan Siwêdayê.
Durzî di nava bajêr de berxwedaniyeke xurt li hemberî çekdarên hikûmeta veguhêz dimeşînin û nêz maye bajarê xwe rizgar bikin.
Lê belê li aliyê din rewşa mirovî li Siwêdayê xeter e û bi mirinê re rûbirû ne.



