Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li bajarê Suwêda de 248 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî SOHR’ê 64 şervanên Druzî û 28 sivîlên Durzî hatin kuştin.
Ji sivîlên hatin kuştin 21 kes ji aliyê hêzên hikumetê ve bi rengekî bêdaraz hatin înfazkirin.
Her wiha ji hêzên ewlekariyê yên ser bi hikumeta demkî 138 kes hatine kuştin .
Ji êrîşkarên Bedewî jî yên bi wan re tevdigerin 18 kes hatin kuştin.
Îsraîl: Dest ji Suwêdayê berdin, ji bajêr vekişin
Di vê navberê de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz roja Çarşemê daxuyaniyek da.
Têde ji rêveberiya Sûriyeyê xwest ku dest ji Suwêdayê berdin .
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin:
“Weke ku me bi eşkere got û hişyar kir, Îsraîl wê Durziyên li Sûriyeyê neterikîne .
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Îsraîlê eger “peyam neyê wergirtin wê nerazîbûna xwe ya li hemberî rejîmê giran bike.”



