Nûnerê Bilind ê berê yê Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell rexne li nebûna tedbîran li dijî Îsraîlê di Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de kir.
Joseph Borell diyar kir ku bi vê biryarê, Yekîtiye Ewropayê rê dide ku qirkirina Îsraîlê li Xezayê “bênavber” bidome.
Nûnerê Bilind ê berê yê Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell li ser encamên Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê axivî.
Borrell dibêje Yekîtiya Ewropayê biryar nedaye ku Îsraîlê xala mafên mirovan a di Peymana Hevkariyê de binpê kiriye, got:
“Ewropayê biryar daye ku sûcên şer ên berdewam ên Îsraîlê ceza neke û rê bide ku qirkirina li Xezayê bênavber bidome.”
Piştî civînê, Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ragihand ku ew ê “ji nêz ve bişopînin” ka Îsraîlê bi gavên ku ji bo baştirkirina rewşa mirovî ya li Xezeyê li hev kiriye pabend e.
Kallas destnîşan kir ku wê di civînê de tedbîrên potansiyel ên li dijî Îsraîlê pêşkêş kir û ev vebijark dikarin di pêşerojê de ji hêla welatên endam ve werin nîqaş kirin û got:
“Armanc ne cezakirina Îsraîlê ye, lê bi rastî baştirkirina rewşa li Xezeyê ye.”



