Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî lihevkirina bi Hikûmeta Veguhêz a li Sûriyê re red kir û got ku ew ê li hemberî wê şer bikin.
Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî daxuyanî da.
Serokatiyê berxwedana şervanên durzî di parastina Siwêdayê silav kir û got:
“Em bi hev re rê li ber sûcên ku ji bo çewsandin an jî tunekirina me bisekirin û têk bibin.
Em vê yekê wekî erkek neteweyî, mirovî û exlaqî dibînin ku nayê tawîzkirin”
Serokatiyê bang li wan komên çete yên li parêzgehê dikin û çeka xwe dynin û xwe radest bikin.
Her wiha Serokatiyê da zanîn ku tu lihevkirinek wan bi Şamê re îmze nekirine.
Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî hişyarî da ku eger tu kes ji vê biryara me derkev û bi şamê re lihev bike ew ê yekser were cezakirin.



