2 roj in li ser hev çarenûsa her du ciwanên Kurd ên ji Amûdê ne diyar e.
2 roj in li ser hev agahî ji ciwanên ji Amûdê Kamîran Frûq El-Xalid û Mihemed Ebid-Elhelîm Hebeşe tune ne.
Kamîran û Mihemed ji bo çûyîna doktor çûbûn Şamê .
Li gor agahiyan di vegera wan ji Şamê, li ser riya di navbera Humis û Selemiyê têkilî bi wan re qut bûye.
Ji pêr seet 6’ê êvarî de têkilî bi herdû ciwanan re qut bûye.



