Danê vê êvarê jî 6 êrişên Îsraîlê li dijî Dera û Siwêdayê pêk hatin.
Di encama de windahiyên çanî çêbûn.
Balafirên şer ên Îsraîlê li dû hev derdora avahiya parêzgeriyê, şaxê ewlehiya leşkerî, navenda nifûsê yên li Derayê bombebaran kirin.
Li gorî çavkaniyan ziyan li avahiyên navborî bûne.
Lê der barê windahiyên canî de tu agahî nehatin bi destxistin.
Balafirên şer gelek navendên leşkerî, foca 189 a li Cibab, Lîwa 132 a li rojavayê bajêr, bombebaran kirin.
Ji bo jî tîmên destwerdana lezgîn berê xwe dan wan deveran ji bo ku birîndaran derman bikin.
Her wekî navendên leşkerî yên li gundewarê Derayê û Siwêdayê, herêma Kiswa ya başûrê Şamê hatin bombebaran kirine.
Artêşa Îsraîlê careke din qesra serokatiyê bombe baran kir
Li aliyekî din hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê careke din Qesra Serokatiyê bombe baran kir.
Lê agahiyên dîtir der barê encamên bombebaranê de diyar nebún.



