Piştî kiriyarn bi daevekrinên meydanî, komkujî û koçberkirina bi darê zorê ya niştecihan.
Xelkê Siwêdayî li hember vê rewşê serî hilda.
Çavkaniyên ji Siwêdayê ragihandin:
“Şervanên xwecih, piraniya deverên parêzgehê kontrol dikin.
Komên çekdar derbasî taxên bajarê bûne ku dûrî parastina komên xwecih bûn.
Li wir sivîlan darve dikin û mal û milkên wan dişewtînin.”
Çavkaniyên herêmî jî piştrast kirin ku hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz êriş malan dikin û sivîlan rasterast dikujin, direvînin û dûra wan dikujin.
Şahidan jî bi bîr xist ku ji ber vê rewşê sivîl di xetereyê de ne.
Li gorî şahidan, bi deh hezaran kes ber bi herêmên başûr ên nêzîkî sînorê Urdunê ve koçber bûne.
Ji ber rewşa li bajêr, ji tevahî mizgeftên li bajêr bang li şêniyan hate kirin ku ji êrişan xwe biparêzin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku helwesta xelkê li bajêr “serhildaneke giştî” li hember qirkirina etnîkî ye.


