Çalakiya Rûniştinê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li Siwîsreyê tê lidarxistin, bibriyardariyek xurt dewam dike.
Çalakiya ku her çarşem li ber avahiya NY’ê li Cenevreyê tê lidarxistin, di hefteya 234’an dewam kir.
Di vê hefteyê de, şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk Osman Tekin axivî.
Osman Tekin merasîma şewitandina çekan ji aliyê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve silav kir û got:
“Li beramberî pênava Koma Aştî û Civaka Demokratîk, divê azadiya Rêber Apo were misogerkirin.
Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê her Çarşemê li vê qadê bin”
Her wekî Tekin êrişên li ser Durziyan şermezarkir û û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember qirkirkirinên kêmnetwe, ol û bawerî tedbîrên lezgîn bigire.



