Gerîlayên HPG’ê Arîn Ararat û Cîger Qîranî yên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi merasîmekê li Şengalê hatin bîranîn.
Di merasîmê de endamên Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel amade bûn.
Şehîd Arîn Ararat di Kanûna 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Fermandar Viyan Hebabî li ser navê Fermandariya YBŞ-YJŞ axivî û got ku di şexsê şehîd Arîn Ararat û Cîger Qîranî de, tevahiya şehîdên xeta azadiyê û şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin û sersaxiyê ji her du malbatan û civaka Şengalê re dixwazin.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, dayîka Şehîd Tîrêj, Berfê Eliyas axivî û got :
“Ger hevalan di wan şert û mercan de berê xwe dan çiyayên azad, sedem ew bû ku dixwestin tol û heyfa 74 fermanan hilînin.
Li ser navê Malbata Şehîd Arîn, bavê wê Qehtan Elî jî axivî û got:
“Di nava van salên derbasbûyî de me gelek bedelên giranbiha yên mîna Mam Zekî, Zerdeşt, Dijwar û Egîdan dan.
Helbet bi şehadeta wan hevalan em pê serbilind in.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê jî bi nameyekê sersaxî ji malbata Arîn Ararat û civaka Êzidî re xwest.



