HPG’ê nasnameyên 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir bi mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştin bûn çavkaniya ronahiya pêşerojê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê gerîlayên şehîd Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn bi rêzdarî bibîranîn û li ser jiyan û têkoşîna wan wiha got,
“Dewleta Tirk a mêtinger bi armanca tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di sala 2018’an de êrişên xwe ên li ser qadên gerîla zêde kir û hemû derfetên xwe seferber kirin.
5 hevrêyên me ên ku li hemberî êrişên dijmin bi fedayiyane şer kirin, bedena xwe ji bo parastina gelê me kirin mertal.
Fedaiyên me ku her kêliya têkoşîna xwe veguherandin destanekî û rê nedan dijmin, bûn sembolên jiyana bi rûmet û azad.
Hevrêyên me bi têkoşîna ku bi fedakariyekî mezin meşandin mîrateyeke nayê jêbirin ji nîfşên nû re hiştin, wê her tim bibin meşaleyên azadiyê û rêya me ronî bikin.”
HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan û serxistina armancên wan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Arjîn Garzan
Nav û paşnav: Bêrîvan Ata
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayik : Senayet
Navê bav: Ebdurrahîm
Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Lorîn Gelawêj
Nav û paşnav: Gulcan Gozeten
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik : Zehra
Navê bav: Sefer
Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zenda Avesta
Nav û paşnav: Ferîde Çesen
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik : Naîme
Navê bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Berbang Çiyager
Nav û paşnav: Îlyas Binbirdag
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik : Nazalîn
Navê bav: Teymur
Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nalîn Evîn
Nav û paşnav: Evîn Yuce
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik: Naîme
Navê bav: Necdet
Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê



