Îro li Şengalê konferansa Ronakbîrî ya Şengalê bi beşdariyeke xurt, bi coş û hêviyeke mezin a pêşerojeke azad destpê kir.
Lidarxistina konferansê weke bersiva 73 fermanan tê lidarxistin.
Rêber Abdullah Ocalan ku banga Ronesansê li Êzidiyan kiribû, peyameke taybet gîhandiye konferansê.
Îro li Şengalê, li stargeha pîroz a Êzdiyan ku 11 sal berê rastî ferman û komkujiya herî hovane ya sedsalê hat, konferanseke girîng tê lidarxistin.
Konferans ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve tê birêxistinkirin.
Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi dirûşmeya ‘Banga Civaka demokratîk bersiva 73 fermana ye’ tê lidarxistin, bi coş û hêviyeke mezin bi rê ve diçe.
Konferansê îro saet di 09:00’an de, bi beşdariya bi sedan mêvanên ji Şengalê û derveyî Şengalê destpê kir.
Civaka Êzidî û gelê Şengalê bi vê konferansê re ne tenê bersiva fermana 3’ê Tebaxa 2014’an didin lê belê bersiva dîroka fermanan didin.
Her wiha bersiva peyama Rêber Abdullah Ocalan a ‘Banga Civaka Demokratîk ji bo Êzidiyan destpêka ronesansê ye’ jî dide.
Hemû beşên civaka Êzidî û gelê Şengalê di konferansê de amade ne
Ji Bexda, Silêmanî û Mexmûrê bi dehan mêvan beşdar dibin
Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo di konferansê de axivî û got:
“Em konferansê li mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin.
Ronesansa Êzidiyan, Êzidiyan ji bindestiyê ber bi serxwebûnê ve dibe.
Rêber Apo bang li civaka Êzidî dike ku parastina xwe ya cewherî û rêveberiya xwe ya cewherî xurt bike.”
TAJÊ: Em konferansê li serok Apo pîroz dikin
Neam Eliyas jî li ser navê TAJÊ peyamek pêşkeşî konferansê kir û wiha axivî:
“Ev konferans berhema şehîdan e, salvegera fermanê nêz dibe, em şervanên azadiyê yên bi hawara me ve hatin bibîrtînin û konferansê li wan pîroz dikin.’
Her wiha em li serokê gelên bindest, Serok Apo pîroz dikin.”
Rêber Abdullah Ocalan ku banga Ronesansa Êzidiyan kiribû, peyameke taybet ji bo konferansê şandiye.
Her wiha, Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyameke bi dîmen gîhandiye konferansê.
Rêber Apo peyamek ji konferansa Ronakbîrî ya li Şengalê re şand
Wê Peyama Rêber Ocalan were xwendin
Mijarên ku wê di roja yekemîn a konferansê de werin nîqaşkirin ev in;
Di Herikîna Dîrokê de Hebûna Civakî ya Êzidiyan
Di Çarçoveya Çand-Bawerî û Felsefê de Êzidî û Ezdatî
Weke Cewher û Bermahiya Civakê Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin
Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî
Zîhniyeta Fermanê, Rastiya Qirkirina Fîzîkî û Çandî



