Parlamentoya Tirkiyê ji bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê dest bi amadekariyên avakirina komîsyonê kiriye.
Tê payîn ku komîsyon sibe were avakirin.
DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de, endamên xwe diyarkirin.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş têkildarî komîsyona ku wê bê avakirin vexwendiname ji partiyên siyasî re şand.
Nûmar Kurtulmuş ji bo saet 10.00’ê 18ê Tîrmehê vexwendiname ji partiyên ku li meclisê komên wan hene re şand.
Dîsa vexwendiname ji bo partiyên ku komên wan li meclisê tune ne re jî şand.
Ji her partiyekê xwest ku li ser navê wan nûnerek beşdarî komîsyonê bibe.
Navê endamên DEM Partiyê yên beşdarî Komisyona bê avakirin bibin, diyar bû.
Hat zanîn ku dê Hevberdevka HDKê Meral Danış Beştaş,
Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç û Parlamenterê Stenbolê Cengiz Çiçek dê beşdarî komîsyonê bibe.



