Piştî 4 rojan ji şerekî giran parêzgeha Siwêdayê ji hêzên hikûmeta veguhêz hat rizgarkirin.
Çekdarên Hikûmeta Veguhêz karên dûrî exlaqê mirovahiyê bi serê Durziyan kirin.
Lê zêde heqaretên xwe bi kamereyan şanî raya giştî kirin.
Durziyan serî netewandin û li hemberî van êrişên hovane berxwedaniyeke bê hempa kirin di encamê de bi ser ketin û bajarê xwe rizgar kirin.
Piştî 4 rojan ji şerekî gur di navbera çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û çekdarên Durzî li Siwêdayê şer bi dawî bû.
Hikûmeta Veguhêz bi armanca ferzkirina serweriya qaşo dewletê hemû çekdarên xwe pev çekên xwe yên giran berê xwe dan Siwêdayê.
Hikûmeta Veguhêz siyasetê tirsandin û heqaretê wek çawa bi serê elewiyan li Perava Sûrî kir li serê Durziyan jî kir.
Çavdêr: Durzî bi ser ketin..Hikûmeta veguhêz şikest
Talan û Şewitandina malan, Destdirêjî li jinan, Qusandina Simbêlan, bidarvekirina sivîlan û her wekî din ji karên xerab.
Durziyan berxwedaniyeke xurt û bêhempa nîşan dan. Di encamê de çekdarên Şamê stûxwar ji Siwêdayê vekişîn.
SOHR: 374 kes weke bîlançoya herî dawî ji her du aliyan hatin kuştin
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bîlançoya şerê 4 rojan aşkere kir ku ew jî wiha ye:
- 374 kes ji her du aliyan hatin kuştin ji nava wan:
- Di nava wan de 4 jin û 4 zarok, bi giştî 107 kes ji durziyên bajarê Siwêdayê hatin kuştin.
- 207 çekdarên wezareta parastinê û ewlehiya giştî ku di nava wan de 18 çekdarên bedû hebûn, hatin kuştin.
- 15 endamên wezareta hundirîn a şamê ji ber êrişên ezmanî yên Israîlê hatin kuştin.
- 3 Kes di nava wan de jinek di êrişa li dijî avahiya wezareta parastinê a Şamê de hatin kuştin.
- Rojnamevanek di pevçûnên li Siwêdayê hat kuştin
- 27 kes di nava wan de 4 jin û kelmêrek hebûn çekdarên hikûmeta veguhêz gule li wan reşandin.
- 14 kes nasnameya wan nehat zanîn ji aliyê çekdarên wezareta parastinê ve hatin gulereşandin.
Çavdêr: El-Şeri bi binkeftina xwe mikur hat
Duh bi şev Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şeri di axaftina xwe ya Televizyonê de got ku hêzên wan fermî ji Siwêdayê derketin û wiha dewam kir:
Me ewlehî û parastina parêzgehê ji çekdar û şêxên durzî re hişt.
Çavdêr dibînin ku El-Şeri di xîtaba xwe de mukur hat ku ew di vî şerî de bi bin ketin. Heybeta Şamê li Siwêdayê Şikest û ev çend xalên balkêş di xîtaba El-Şeri de anîn ziman:
Şîrovekarên Siyasî: Projeya nenavendîbûnê li dijî navendîbûnê bi ser ket
Dîsa wek her carê Durzî bi cudaxwazî û danûstandina li gel Israîlê tawanbar kirin.
Qala komkujî û sûcên şer ên hêzên Şamê nekir.
Tevî ku çekdarên hikûmetê nediwêrin guleyekê bavêjin Israîlê, dîsa devkî êrişî Israîlê kir. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmeta wî ne ji bo parastina Sûriyê ne ji bo kolekirina welatiyên Sûrî ne.
Şîrovekarên rewşa şer şopandin wiha dibêjin:
Tevî xiyanet û bêbextiya li Durziyên Siwêdayê hatiye kirin, berxwedana wan a dîrokî bi ser ket.
Siwêda ji nû ve ji xelkê wê yê resen re vegeriya û çekdarên Şamê rizgar bû.



