Di êrişên dawî yên Îsraîlê li Xezayê de 19 kes mirin.
Her wiha vê sibehê jî êrişek li ser dêra Katolîk a li Şerîda Xezayê hat kirin, 2 kes hatin kuştin û herî kêm 6 kes birîndar bûn.
Di êrîşên ku ji saetên sibehê ve ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li ser deverên cuda yên Şerîda Xezayê hatine destpêkirin de, 19 kes, di nav de jin û zarok jî hene, hatine kuştin.
Îsraîl, ku bi tundkirina dorpêça Xezzeyê û sînordarkirina herikîna alîkariyê karesateke mirovî çêkiriye, konên koçberan, sivîlên ku alîkariyê dixwazin û deverên niştecihbûnê hedef girtiye.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û şahidên bûyerê, dema ku artêşa Îsraîlê kesên ku alîkariyê dixwazin li deverên El-Tewam û El-Keramah ên bakurê bajarê Xezayê hedef girt, 8 kes hatine kuştin.
Dema ku artêşa Îsraîlê li taxa Zeytûnê ya li başûrê bajêr xaniyek bombebaran kir, 4 Filistînî hatine kuştin.
Her wiha droneke artêşa Îsraîlê konê koçberan li Kampa Penaberan a Bureyc a li navenda Xezayê hedef girt, 5 kes hatin kuştin, di nav wan de jin û zarok jî hebûn.
Artêşa Îsraîlê hewşên 2 dibistanan hedef girt û agir bi konên Filistîniyên ku ji bo revîna ji êrîşan xwe li hewşa dibistanê girtine ket.
Li Şerîa Rojava di êrişa Îsraîlê de 3 Filîstinî hatin kuştin
Li aliyê din artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava serdegirtinan didomîne.
Li gorî agahiyan li Cenîn a bakurê Şerîa Rojava tevlî aliyetên giran serdegirtin pêk hatiye.
Artêşê li bajaroka Kebatiyê 3 malan bi teqemeniyan ruxandin.
Xelkê ku bertek nîşanî rûxandinê hatin jî rastî destwerdana artêşê hatin.
Di êrişa li ser Dêra Katolîk a li Xezayê de 2 kes mirin
Di sibeha 17’ê Tîrmehê de, di êrîşeke li ser dêrek Katolîk li Şerîda Xezayê de, 2 jin hatin kuştin û herî kêm 6 kesên din, di nav de keşîşê dêrê jî, birîndar bûn.
Li gorî rayedarên tenduristiyê yên herêmî, jin dema ku di baxçeyê dêrê de bûn rastî êrîşê hatin.
Yek ji birîndaran, ku rakirin Nexweşxaneya El-Ehlî, wekî keşîşê dêrê, Bav Gabriele Romanelli, hate nasîn.
Li gorî agahiyan, keşîş ji lingê xwe birîndar bûye.
Dêra Katolîk yek ji wan cihên îbadetê yên li Xezayê bû ku sivîl pir caran lê digeriyan.
Êrîşê zirareke mezin da avahiya dêrê.
Çavkaniyên herêmî îdîa kirin ku êrîş bi guleyê tankan hatiye kirin, lê Reuters ragihand ku ew nekariye bi awayekî serbixwe van îdîayan piştrast bike.
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihandin ku lêpirsînek hatiye destpêkirin.
Heta niha tu daxuyaniyek fermî derbarê berpirsiyariya êrîşê de nehatiye weşandin.



