Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku rokêtek ji Yemenê hatibû avêtin piştî ku li çend deverên welêt dengê sîrenan hat bihîstin, hat bêbandorkirin.
Artêşê di daxuyaniyekê de got:
“Rokêtek ji Yemenê hatibû avêtin piştî ku li çend deverên Îsraîlê dengê sîrenan hat bihîstin, hat bêbandorkirin.”
Ji 18’ê Adarê ve, dema ku artêşa Îsraîlê êrîşa xwe ya li dijî Hamasê li Şerîda Xezayê ji nû ve dest pê kir, Hûsiyên li Yemenê 61 moşekên balîstîk û herî kêm 15 balafirên bê mirov avêtine Îsraîlê.
Piraniya van moşekan negihîştine armancên xwe.
Îsraîlê bi êrîşkirina li ser çeperên Hûsiyan li Yemenê û hedefgirtina tesîsên girîng bersiv da.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz gef xwar ku dê serokên Hûsiyan, di nav de bendera Hudeydayê û Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê, bike hedef.



