Bazirgan û pêşesazên nêzî hikumeta veguhêz a Sûriyê ragihand ku ew bazirganiya bi Siwêdayê re qut dikin.
Bi gotina wan, Durzî piştgiriya Îsrîalê dike lewra ew hew bazirganiyê bi wan re dikin.
Di daxuyaniya hevbeş a bazirgan û pêşesaziyan yên nêzî Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz êriş û helwestên erênî yên derheqê êrişên Israîlê de şermezar kirin.
Bazirgan û pêşesazan ragihand ku ew hemû bazirganiya xwe bi Siwêdayê re bi teybet bi kesên ku piştgiriya Îsraîlê kir qut kirin û hemû peyamanên îmzekirî hatin betalkirin.
Her wiha bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê kirin ku kesên ku piştgiriya Îsraîlê dikin wan ceza bikin.



