Kalkan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêne derxistin
Dûran Kalkan got, gerîla amade ye ku eger pêşî lê bê vekirin wê têkoşîna siyasî ya demokratîk bi rengê herî xurt bimeşîne û destnîşan kir, ku qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê divê bêne derxistin.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV de banga bi dîmen a Rêber Apo ya 9’ê Hezîranê, bandora merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk; komîsyona ku tê payin li Meclîsa Tirk bê avakirin û gelek mijarên din girêdayî pêvajoyê nirxandin.
Dûran Kalkan pêşî merasîma şewitandina çekan a komeke gerîlayên koma “Aştî û Civaka Demokratîk” anî ziman û got:
Di merasîmê de çavê sêyemîn, yanî çavdêr hebûn.
Nûnerên siyasî jî hebûn.
Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn.
Ji Iraqê, ji Başûrê Kurdistanê hatibûn.
Heta yên ku ji derveyî welat jî hatin hebûn.
Me xwest zêdetir saziyên mafên mirovan li wê derê hebin.
Ango komîsyonek heba beralî kiriba.
Dûran Kalkan di nava axaftina xwe de îşaret bi entegrasyonê kir û got:
Entegrasyona ku rêber APO qalê dike ne wek ya dewleta Tirk qalê dike ku gelê kurd di Tirkiyê bihelîne.
Rêber Apo got, “Entegrasyona demokratîk.”
Dûran Kalkan diyar kir ku divê ev tarzê têkiliyê di navbera kurd û hikûmeta Tirkiyê de bi hiqûq û rêgezan re girêdayî be û wiha dewam kir:
A rast eger civakî be qanûn û destûra bingehîn hewce dike.
Mînak, eger Destûra Bingehîn a Tirkiyê demokratîk be, divê di esasê de van bihewîne.
Wiha tijî kirine ku gelek xal in, mijarên ku qet bi destûra bingehîn re ne eleqeder in…
Ne wiha ye. Mijarên bingehîn ev in. Divê van bihewîne. Yanî me entegrasyonê wiha fêm kir û nîqaş kir.
Her wiha qala têkiliya di navber kurd û tirkan jî kir û wiha got:
Qanûnên ku wê têkiliyên Tirk-Kurd li ser bingeha xwişk-biratî diyar bike ye.
Yanî verastkirinên hiqûqî û qanûnî yên ku heq û hiqûqa wan misoger bike.
Divê ev yek bibin. Ji xwe em bibêjin ev destpêkek bû.
Dûran Kalkan: Divê tarzê têkiliyê girêdayî rêgezên qanûnî be
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan dawiya axaftina xwe de got:
Rêber Apo ya ku diviyabû bikira, kir.
Gerîla jî vaye çek danî. Çekê datîne.
Êdî ev gav dimînin. Divê qanûnên azadiyê û entegrasyonê bêne derxistin.
Bêguman ev yek wê gav bi gav ber bi destûreke bingehîn ve biçe.
Yanî destûreke bingehîn a nû tê nirxandin.



