Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ‘HPG-NRÇ’ bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Asmîn Ardil Dijwar ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Asmîn Ardil Dijwar eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Hevrêya me Asmîn Ardil di têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Partiya me PKK-PAJK’ê de cih girt.
Asmîn Ardil berpirsyariyên xwe yên dîrokî bêteredut bi cih anî, bi dilsoziya kûr a bi şehîdan re bû xwedî jiyaneke watedar.
Perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê kir manifestoya jiyanê û li her qadê pêdiviyên nasnameya xwe ya YJA Starê bi layiqî bi cih anî.
Weke şopdara birayê xwe hevrê Dijwar Xavişta – Ahmet Nîlî yê şehîd, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Hevrêya me Asmîn Ardil jiyaneke têkildarî koletiya jinê qebûl nekir û bû afirênera jiyana azad, bi sekna xwe ya zelal a di jiyanê de bû milîtaneke PKK – PAJK’ê ya mînak.
Hevrêya me ji pîvanên azadiya jinê û jiyana Apoyî kêliyekî jî tawîz neda û têkoşiya.
Li her qada lê, barê hevrêyên xwe sivik kir.
Hevreya me ya hêja ya gelê me yê Botanê û şervana bi wêrek ya YJA Starê hevrê Asmîn Ardil Dijwar di 18’ê Gulana 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê şehîd bû.”
Di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbata Asmîn Ardil û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza xwe dubare kir ku ew ê xeyala şehîdên xwe yê Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîd Asmîn Ardil Dijwar wiha ye:
Nasnav: Asmîn Ardil Dijwar
Nav û Paşnav: Sultan Nîlî
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Husna – Gurgîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Gulana 2025’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



