Her wiha Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di nirxandina xwe de qala 19’ê Tîrmehê ya Şoreşa Rojava kir.
Dûran Kalkan dibêje mirovahî bi saya bexwedan û şoreşê vejîn û heviya nû dît.
Kalkan bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir got divê gel li dijî gef û êrişan hevgirtin û yekîtiya xwe winda nekin.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di berdewamiya nirxandinê xwe yê bernameya taybet de geşedanên li Sûriyê, Şoreşa Rojava nirxand.
Dûran Kalkan 13’emîn salvegera 19’ê Tîrmehê ya Şoreşa Azadiyê ji hemû gelan pîroz kir û wiha got:
“Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bi rastî şoreşek mezin bû, pêngavek bû.
Ew di heman demê de encama berxwedana me ya gerîla bû.
“Bêyî şoreşa Rojava, paşeroja Rojhilata Navîn dikaribû tarîtir bûya”
Ew têkoşîna ku li çar perçeyên Kurdistanê hate meşandin bû.
Ew encamên li Rojava bûn. Wê asoyek vekir. Wê hêvî anî mirovahiyê. Ew derketinek girîng bû.
Her kesî bi vî rengî wesifand. Rojên Rojava bûn rojên Kobanî.
Mirovahî, ku ji ber van êrîşên tarî yên faşîst û çeteyan hatibû xeniqandin, bi saya vê berxwedan û şoreşê hin rihetî, vejîn û hêviya nû dît.”
Kalkan: Li Rojava pergala neteweyî ya demokratîk hat afirandin
Dûran Kalkan qala pergala neteweyî ya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye afirandin kir û got:
“Wan sîstemeke neteweyî ya demokratîk afirandin. Wan jiyaneke biratî û girêdayî pêş xistin.
Wan azadiya jinan pêş xistin. Her kes wê wekî mînak dibîne. Bi rastî jî bûye cihekî bêhnvedanê û hêviyê.
“Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtin û yekîtiya xwe winda nekin”
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku timî rêxistinkirî bimînin, hevgirtin û yekîtiya xwe winda nekin.
“Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî Kurd, bi têra xwe hişyar û rêxistinkirî ne. Hêza wan a parastinê heye.
Ew ê li hember her êrîşê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em bi vê bawer dikin.
Bila her tim hêvî biparêzin, hişyar bimînin û rêxistinkirî bimînin.
Bila hevgirtin û yekîtîya xwe winda nekin; ew ê bi ser bikevin.
Serkeftina wan ne bi tiştên ku yên din dikin, lê bi tiştên ku ew bi xwe dikin ve girêdayî ye.”



