Şaredariya Gel a Til Birakê, rêze projeyên xizmetguzariyê yên sala 2025’an, dest pê kir.
Di nav wan de ziftkriina rêyên sereke, guhertina torên kanalîzasyonê û çêkirina depoyên avê.
Serokê beşa teknîkî ya Şaredariya Gel a li Til Birakê Hemîd Sultan di vê derbarê de dibêje:
”Hewldanên Me ji bo dabînkirina xizmetên binesaziyê berdewam dikin da ku rewşa xelkên deverê baş bibe”.
Şaredariya Gel a Til Birakê ya Kantona Cezîrê, di çarçoveya plana xwe ya sala 2025’an ya pêşxistina binesaziyê û dabînkirina pêdiviyên xelkên bajarê, rêze projeyên xizmetguzariyê pêk tîne.
Şaredariya Gel dest bi xebata ziftkirina rêya di navbera bajarê Til Birak û Holê, kiriye.
Her wiha projeya sîstema kanalîzasyonê ya nû a ku navçeyên rojava û başûrê bajêr bi hev ve girêdide temam dike, li gel berfirehkirina torên av û kanalîzasyonê.
Têkildarî mijarê Serokê beşa teknîkî ya Şaredariya Gel a li Til Birakê Hemîd Sultan axivî.
Hemîd Sultan diyar kir ku xebata ziftkirina rêya başûr beşek ji plana binesaziya ya berfireh e ku ji hêla Şaredariyê ve tê bicîhanîn û got:
Proje ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser ve tê fînansekirin.
Li gorî Sultan lêçûna van pirojeyan bi giştî derdora 88 hezar dolar e.
Dirêjahiya wê 4 KM, firehiya wê di navbera 6 û 6.30 M de ye.
Sultan anî ziman ku ji bo ziftkirina rêyan 1,722 metrekupî zift ji bo her 1,800 mîtreyan hatiye danîn.
Di çarçoveya pêşxistina torên avê de, Hemîd Sultan piştrast kir ku şaredarî niha li gundê Koşo, rojavayê bajêr, û gundê Sîha Mubrad, li ser çêkirina du depoyên avê dixebite, ev yek jî bi armanca başkirina dabînkirina avê ji bo deverên ku av nagihêje wan.
Derbarê kanalîzasyonê de, Sultan wiha anî ziman:
Hemîd Sultan: Ji bo başkirina xezmetguzariyan proje berdewam in
Şaredarî niha projeyekê pêk tîne da ku kanalîzasyoneke kevn a ku taxên rojava û başûr bi hev ve girêdide bi dirjahiya 2 KM ku heta xeta sereke dirêj dibe, nû dike.
Ev proje di nav karên pêşî yê Şaredariya Gel a Til Birakê yên ji bo sala 2025’an de ne, nemaze ji ber şert û mercên xizmetguzariyê yên zehmet ku gundî û deverên gundewarî dikişînin.
Şaredarî tekez dike ku hewldanên wê ji bo dabînkirina xizmetên binesaziyê berdewam dikin da ku rewşa xelkên deverê baş bike.



