Konferansa Ronakbirî ya Şengalê piştî nîqaşên berfireh û dewlemend ên 2 rojan, bi rojeva Banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo bi encam bû û ev peyama dawî ya konferansê hate dayîn:
“Rêber Apo destnîşan dike ku ji bo civaka Êzidî statuya xweser û demokratîk nebe nabe ye û bang dike ku ji vê mebdeyê gavek jî paşve neyê avêtin.”
Piştî nîqaşên berfireh ên derbarê pêşeroja civaka Êzdî û Şengalê de, Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi rojeva Banga Aştî û Civaka Demokratîk – Pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re Xweserî bi dawî bû.
Gotara Rêber Apo ji konferansê re: Divê êzidî bi xurtî tevlî pêvejoyê bibin
Gotara Banga Aştî û Civaka Demokratîk, ji aliye Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ve hate xwendin.
Di gotarê de hate destnîşan kirin ku Rêber Apo bang li civaka Êzidî û gelê Şengalê jî kiriye ku bi awayeke çalak peşdarî pêvajoya bibin .
Her wiha bi vê bangê re anî ziman ku pêwîst e civaka Êzdî xwe li ser esasê nasnameya xwe bi rê ve bibe û birêxistin bike.
Çend nirxandinên ji gotarê wiha ne:
“Rêber Apo diyar dike ku pêwîst e xweseriya Şengalê ji her demê zêdetir parastina xwe ya cewherî xurt bike.
Eger pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo biserkeve wê ji bo Şengalê û civaka Êzidî jî veguhere pêvajoya çareseriya demokratîk.
Gotara Rêber Apo: Pêwîst e Êzdî bi nasnameya xwe bimînin
Çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê wê li ser esasê çareseriya demokratîk rengê xwe bide Iraqê jî .
Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê mîsogerkirin em nikarin êrîşên qirkirinê rawestînin.”
Di nav du rojên konfiransê de ji bo xebatên dema pêş yên Akdemiya Zanistên Civakî ya Şengalê, pêşniyar û plansazî pêşketin,ev jî destpêkeke xurt ji bo pêşxistina xebatên ronakbiriyê.
Di dawiya konferansê de jî Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Şengalê Kendal Çiya axivî û li ser navê komîteya amadekar spasîya beşdar û dezgehên ku tevlî amadekariya konferansê bûne kir.



