Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeê xebatên qîrkirina rêyên sereke didomîne.
Hevseroka yekitiyê Stêra Murad diyar kir ku lêçûna projeyên qîrkirinê yên di 2025’an de 25 mîlyon û 555 hezar û 955 dolar derbas kiriye.
Xebatên qîrkirina rêyên sereke yên herêmê ji bo hêsankirina çûn û hatina di navbera bajar û bajarokan de, didome.
Li gorî plansaziyê, budçe ji bo 40 kîlomtreyî hatiye dabeşkirin.
Lewma xebatên ziftkirinê wê ji Dêrikê ber bi Qamişlo ve heta 20 kîlomtreyan dest pê bikin.
Di heman demê de wê ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve 20 kîlometre bê ziftkirin.
Lê heta niha tenê 4 kîlometre hatiye ziftkirin û xebat hîna berdewam e.
Lêçûna vê projeyê nêzî 32 mîlyon dolar e.
Hevseroka yekitiyê Stêra Murad da zanîn ku yekitî ji gelek projeyên di dema nêzîk de amadekariyê dike û got:
Ew proje wekî rêya Mezarê – Tebqa, rêya Reqa – Hezîma, rêya Kobanê – Sirîn û rêya Kobanê – Şiyûx.



