Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê li Pêncwênê êrişî hêzên wan kiriye, di encamê de şervanekî wan şehîd bûye.
Fermandariyê têkildarî êrişê daxuyanî da û ev agahî parve kir,
“19’ê Tîrmeha 2025’an li gundê Şîweguzan a Pêncwênê li dijî hêzên me êrîşeke hewayî pêk hat.
Me bûyer lêpirsîn kir û di encam de eşkere bû ku ev êrîş ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye kirin.
Di vê êrişê de hevreyê me Simko Kobanê yê ji herêma Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû.”
YRK’ê diyar kir gelek caran dema ku dewleta Îran dikeve tengasiyê serî li rêbazên êrîşên bi vî rengî dide.
Fermandariya YRK’ê ji malbata şervanê şehîd û gelê Rojhilatê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ew ê di rojên pêş de agahiyên derbarê nasnameya şervanê xwe de ji raya giştî re eşkere bikin.



