Li Minbicê 2 Xwişk ji ber xwarina Endomî ku dema wê bidawî bûbû bi jehrî ketine û jiyana xwe ji dest dane.
Herdu xwişk, Nayla û Lalîn Nûrî yên 15 û 17 salî ne.
Hat gotin tevî ku rewşa wan a tenduristiyê ne krîtîk bû, jî lê mirin.
Gor çavkaniyan ji ber xemsariya nexweşxaneke Minbicê û ne-destwerdana bijîşkan û mayîna wan a bi seatan li nexweşxaneyê her xuşik mirin.
Piştî dagirkirina bajarê Minbicê, kawsek mezin li bajarê heye ku û kêmbûna çavdêriya bijîşkî li nexweşxaneyên wê heye.
Her wiha nebûna çavdêriya kelûpelên xwarinê jî, rê li ber xwediyên dikanan vekiriye ku xwarina dema derbasbûyî bifroşin niştecihan.



