Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan têkildarî buyerên li Siwêdayê diyar kir, armanca Îsraîlê ew e ku li Sûriyê bê îstiqrariyê ava bike û welat parçe bike.
Wezîrê Tirk bêyî ku nav bide gef li hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî xwar.
Wezîrê Tirk îşaret bi şerê li Siwêdayê kir û anî ziman Îsraîl naxwaze li dora xwe welatekî bi îstiqrar bibîne û armanca wê jî parçekirina Sûriyê ye.
Anî ziman destwerdana Îsraîlê berê buyeran da qonaxeke din û hewl dide herêma xwe bê hêz bike û di nava kaosê de bihêle.
WEZÎRÊ TIRK BÊYÎ KU NAV BIDE GEF LI HÊZÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ XWAR
Her wiha gef li hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û da zanîn divê ti kom nekevin nava hewldanên parçekirina Sûriyê û got,
“Gelek tiştên ku em bi rêya dîplomasiyê biaxivin hene. Her tişt dikare bê axaftin, ji xwe em bi hemû koman re jî diaxivin.
Lê ji derveyî hûn tundiyê bikarbînin û ber bi bê aramiyê ve biçin ev yek wê ji bo me bibe gef û em ê destwerdanê bikin. Li derveyî parçebûnê hûn dikarin biaxivin û daxwazên xwe pêşkêş bikin.”
http://doc.afp.com/48LY3WF



