Kanala CNN ragihand ku welatiyekî Amerîkî tevî 8 kes ji malbata wî li Siwêdayê hat kuştin
Husam Saraya, Amerîkîyekî 35 salî yê Sûrî-Durzî ye li Oklahomayê dijî.
Husam hatibû Sûriyê da ku li bavê xwe yê nexweş miqate be.
Beriya çend rojan ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve tevî 8 kesan ji malbata wî hat gulebaran kirin û kuştin.
CNN diyar kir ku Husam ji aliyê hevalekî wî ku di dema gulebarana wan de di dîmenekî de li ser medya dijîtalê hatibû weşandin, naskiriye.
Her wiha Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê û Senatorên Amerîkî yê Oklahomayê jî piştrast kirin ku welatiyekî wan li Sûriyê hatiye kuştin.



